Mezin Şems Qemer
search
  • Mezin Şems Qemer

Mezin Şems Qemer

€8,74
Vergiler Dahil
Adet

  Ödeme

Ödemenizi güvenli olarak yapabilirsiniz

  Teslimat

Avrupaya siparişinizi ortalama 8 günde ulaştırıyoruz 40 euro üzerine kargo bedava

Çavê wî wekî daristanekê bû - te dî daristaneke ku ez jî di nav de; û dora wê çîtkirî. em nêzî hev bûn, bêyî em di ferqê de bin; wekî şivek terr ku tu bitewîne û gava tu berde dîsa bê hev. ne min çavên xwe kurkutandin, ne wî. em wilo mabûn sekinî. ji jêr ve serê tiliyên me gihan hev, destê min e'nitî. min destê xwe li destê wî şidand, xwe avêt bergeha bîbikên wî û min cardin xwe dî. çavên me nêzî hev bûn, çavek bû du çav, pehn û dirêj bûn, bêvil ket nav, di nav birhan de çavekî din çêbû; bûn sisê. hilma gere li ser rûyê min, dev vebûn - ê me her duyan; lêv, wekî masiyê ji avê derketî û li bersikratê, çûn û hatin; bi hêdî, ketin nav hev; lêvawî î jêr di neqeba lêvên min de, a min î jor di nav ên wî de. bêhna pozan, diran di binê lêvan de gincirîn; wek libek tiriyê sibehê, berî ku tav bidiyê - hênik. serê zimanan giha hev; bê peyv. kerrînî bi guhan ket, dil kutkutî, bêhn qutqutî, hiş tevlihev. serê me hinekî vekişiya, ez gêj bûm, xweşiyekê xwe li min danî; weke nîvsermestiya şerabê a qedeha ewilî. me bi hev re deriyê çavan li hev girt; me hevdu dîl girt. Mijank bûn wek pelên daran, me sitra û me nema xwe dî.(Tanıtım Bülteninden)Sayfa Sayısı: 90Baskı Yılı: 2016Dili: KürtçeYayınevi: Na Yayınları Kitap Adı: Mezin Yazar: Şems Qemer Yayınevi: Na Yayınları İlk Baskı Yılı: 2016 Dil: Kürtçe Barkod: 9786059017442
9786059017442

Bilgi kartı

Yazar
Şems Qemer