Çiroka Rojnamevaneke Werek Tora Medyayi ya Rüdawe Şifa Gerdi
search
  • Çiroka Rojnamevaneke Werek Tora Medyayi ya Rüdawe Şifa Gerdi

Çiroka Rojnamevaneke Werek Tora Medyayi ya Rüdawe Şifa Gerdi

€9,93
Vergiler Dahil
Adet

  Ödeme

Ödemenizi güvenli olarak yapabilirsiniz

  Teslimat

Avrupaya siparişinizi ortalama 8 günde ulaştırıyoruz 40 euro üzerine kargo bedava

Kitêba li ser xebat û jiyana rojnameger Şîfa Gerdî, bi navê “Şîfa Gerdî Çîroka Rojnamevaneke Wêrek” derket. Berhem ji aliyê hevkarên Gerdî, Tora Medyayî ya Rûdawê ve hatiye amadekirin û Besam Mistefa jî ji soranî wergerandiye kurmancî. Şîfa Gerdî sala 1987an wek gelek zarokên welatê xwe li Kampa Zêwe, kampa penaberan, Rojhilatê Kurdistanê hate dinyayê. Piştî xwendina medyayê li Rûdawê dest bi karê rojnamevanî kir. 2016an operasyona kontrolkirina Mûsilê dest pê kir. Ligel destpêkirina operasyonê, bi programeke rojane bi navê “Focus Mûsil” derket ser ekrana Rûdawê. Li ser daxwaza xwe diçû Mûsilê û bi şevan çîrok û hevpeyvîn û dîmenên balkêş ên komkirî li Mûsilê nîşanî temaşevanan dida, wek pêşkêşkareke cîhanî derdiket. Ew li çîrokên mirovî digeriya. Rojekê behsa çarenivîsa keçên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin dikir. Rojeke din çîroka kalemêr û pîrejin û zarokên wan ên reviyayî vedigot. Rojekê lihawarçûnên tendirustî û xorakî lêkolîn dikir. Rojekê jî temaşevan tûşî sûprîzê dikirin û bi kîvroşkeke birîndar re derdiket ser ekranê. Roja 25.02.2017an Şîfa Gerdî careke din çûbû Mûsilê da çîrokeke din ji programa xwe re bîne. Plana wê ew bû ku dotira rojê mêvanekî şareza bibe ser Çala Xesfeyê, ku Çala Mirinê bû û DAIŞê bi dehan însan tê de kuştibûn. Lê nikarîbû vê yekê bike, di dema kar de û di nava hizrîna li ser anîna çîrokeke cengê de, bi bombeyekê jiyana xwe ji dest da. Di vê berhemê de ligel bîranîn û nivîsar, teksten edebî û peyamên sersaxiyê, lêkolîna akademîk a Şîfa Gerdî a bi navê “Rûdaw çawa hilbijartinan rûmal dike?” dike ku mirov vê rojnamevana wêrek û şareza ji nêz ve binase. Kitap Adı: Çiroka Rojnamevaneke Werek Tora Medyayi ya Rüdawe Yazar: Şifa Gerdi Yayınevi: Avesta Yayınları Hamur Tipi: 2. Hamur İlk Baskı Yılı: 2018 Baskı Sayısı: 1. Basım Barkod: 9786052246030
9786052246030

Bilgi kartı

Yazar
Şifa Gerdi