Deste Min Li Deste Te Digere - Mehmet Tanrıkulu
search
  • Deste Min Li Deste Te Digere - Mehmet Tanrıkulu

Deste Min Li Deste Te Digere - Mehmet Tanrıkulu

€8,74
Vergiler Dahil
Berhevoka şi’rên Mehmet Tanrıkulu ku bi navê Mem Ronga tê naskirin, “Destê min li destê te digere” derket. Berken Bereh, li ser Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga) û helbesta wî dibêje: “Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga) yek ji wan nivîskaran e ku bi tevayî van xisletan di berhemên xwe de bi hostayî bi cih kiriye. Wî, berê robarê helbesta kurdî -ku xwêrnexwaz û dagirkerên vê xakê bendavek li berê ava kiribûn- ji nû ve da wân newal û geliyên bi şehwet li benda wê bûn. Mem Ronga di têkoşîn û hewldana xwe de yek carê bi tenê jî xwe nesipart popularîteyê û vegotineke erzan. Wek derwêşekî bi efsûn da dû raz û mîrateya belaxeta zimanê bavûkalan. Mem Ronga di avakirina helbesta xwe de bi azadî tevgeriya. Bi her helbesteke xwe resenî û xweseriya xwe şanî me d
Adet

  Ödeme

Ödemenizi güvenli olarak yapabilirsiniz

  Teslimat

Avrupaya siparişinizi ortalama 8 günde ulaştırıyoruz 40 euro üzerine kargo bedava

Berhevoka şi’rên Mehmet Tanrıkulu ku bi navê Mem Ronga tê naskirin, “Destê min li destê te digere” derket. Berken Bereh, li ser Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga) û helbesta wî dibêje: “Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga) yek ji wan nivîskaran e ku bi tevayî van xisletan di berhemên xwe de bi hostayî bi cih kiriye. Wî, berê robarê helbesta kurdî -ku xwêrnexwaz û dagirkerên vê xakê bendavek li berê ava kiribûn- ji nû ve da wân newal û geliyên bi şehwet li benda wê bûn. Mem Ronga di têkoşîn û hewldana xwe de yek carê bi tenê jî xwe nesipart popularîteyê û vegotineke erzan. Wek derwêşekî bi efsûn da dû raz û mîrateya belaxeta zimanê bavûkalan. Mem Ronga di avakirina helbesta xwe de bi azadî tevgeriya. Bi her helbesteke xwe resenî û xweseriya xwe şanî me da. Her bi surprîzekê li deriyê helbesta kurdî xist. Ziman, duruv, teşe û vegotin di helbesta Mem Ronga de wek notayên stranekê bi harmonî di têkiliyê de ne. Ji ber hindê di dawiya helbestê de peyam wek stêrkekê diçirûse di hiş û giyanê mirov de. Bextewarî û dilşadî bi hêminî di bedena mirov de dikeve livbaziyê. Mem Ronga, bi helbestên xwe, ew mêzîna xerabbûyî ya hevahengiya di navbera insan, xweza û civatê de li qelem da û hêviya me ya ji bo dahatûyeke adil û dirust gur kir. Sekn û helwesta wî ya li hember bêesilkirina nirxên mirovahiyê ya stemkaran, bilindragirtina heysiyeta insanî û “bîra me ya nîvxilmaşî” li hin reng û deng û nexşên, ku îdî wek stêrkeka dûr diîsin, diwarqilîne.”
9786052246788

Bilgi kartı

Yazar
Mehmet Tanrıkulu