Ji El Qaide Heta Daişe Serbest Ferhan Sındi
search
  • Ji El Qaide Heta Daişe Serbest Ferhan Sındi

Ji El Qaide Heta Daişe Serbest Ferhan Sındi

€11.13
No tax
Quantity

  Payment

You can make your payment securely

 

Rêxistinên çekdar ên îslamîst û paşxaneya wan mijara vê xebatê ne. Avabûn û çalakiyên bizavên wek El Qaîde, DAIŞ, En Nusra, Boko Heram, El Şebab, Ensarul Îslam, Cundullah-Ceyşul Edl, Heşda Şe’bî û hwd. di vê berhemê de cih digrin. Serpêhatiya serkirdeyên tundrev yên wek Ebdullah Ezzam, Usame Bin Ladin, Ebû Mûseb El Zerqawî, Ebûbekir El Bexdadî Ebû Muhemmed El Colanî, Eymen El Zewahirî, Mele Fatih Kirêkar û hwd. ku bi daxuyanî û çalakiyên xwe bala cîhanê kişandine, bi berfirehî hatiye behskirin. El Qaîde çawa derket? Çi faktoran di bihêzbûna Bin Ladin de rol lîst? Ferqa El Qaîde û Talîbanê çi ye? Rêxistinên wek DAIŞ û En Nusra çawa ji nav El Qaîdeyê derketin? Têkiliya Boko Heram, El Şebab û saziyên din bi El Qaîdeyê re çi ye? Kitêb, li bersiva van pirsan digere. Nakokiya di navbera Ezzam û Bin Ladin, nîqaşa di nava Bin Ladin-El Zewahirî û Zerqawî de, cudabûna En Nusrayê ji DAIŞê, nelihevkirina Colanî û Bexdadî û şerê En Nusra û DAIŞê bi sedemên xwe ve hatine vegotin. El Qaîde li Kurdistanê çawa birêxistin bû, bandora wê li ser bizavên îslamî çi bû, tevgerên çekdar li vê derê çawa belav bûn, Zerqawî çawa ji Îranê hat Kurdistanê û bi saziyên vir re têkilî danî? Bersiva van pirsan û gelek pirsên din di vê xebatê de ye... (Tanıtım Bülteninden) Kitap Adı: Ji El Qaide Heta Daişe Yazar: Serbest Ferhan Sındi Yayınevi: Avesta Yayınları Hamur Tipi: 2. Hamur Sayfa Sayısı: 340 Ebat: 13,5 x 21,5 İlk Baskı Yılı: 2021 Baskı Sayısı: 1. Basım Dil: Türkçe Barkod: 9786257253369
9786257253369

Data sheet

Yazar
Serbest Ferhan Sındi