Kurden Merwani Ahmet Seyari
search
  • Kurden Merwani Ahmet Seyari

Kurden Merwani Ahmet Seyari

€8.79
No tax
Lêkolîna Ahmet Seyari a bi navê “Kurdên Merwanî / Di Tarîxu Meyyafariqînê ya Îbnu’l-Ezreq el-Fariqî de” derket. Kitêba Îbnu’l-Ezreq ya bi navê Tarîxu Meyyafariqîn çavkaniya yekem e ku bi berfirehî der heqê kurdên Merwanî de agahiyên girîng dide. Beşeke serbixwe ya pirtûkê der heqê kurdên Merwanî de hatiye nivîsîn. Tarîxu Meyyafariqîn ji aliyê Îbnu’l-Ezreq ve di sedsala XIIan de hatiye nivîsîn. Nivîskarê berhemê, Fariqî, di serdema Artûqiyan de di rêvebiriya dewletê de cih girtiye û karê rêvebiriya weqfan meşandiye. Mijara vê xebatê dîrok, çand û şaristaniya kurdên Merwanî di Tarîxu Meyyafariqînê ya Îbnu’l-Ezreq de ye. Xebat, bingeha xwe ji tezeka lîsansa bilind digire ku ev tez di sala 2016an de li zanîngeha Mêrdîn Artukluyê di beşa Ziman
Quantity

  Payment

You can make your payment securely

 

Lêkolîna Ahmet Seyari a bi navê “Kurdên Merwanî / Di Tarîxu Meyyafariqînê ya Îbnu’l-Ezreq el-Fariqî de” derket. Kitêba Îbnu’l-Ezreq ya bi navê Tarîxu Meyyafariqîn çavkaniya yekem e ku bi berfirehî der heqê kurdên Merwanî de agahiyên girîng dide. Beşeke serbixwe ya pirtûkê der heqê kurdên Merwanî de hatiye nivîsîn. Tarîxu Meyyafariqîn ji aliyê Îbnu’l-Ezreq ve di sedsala XIIan de hatiye nivîsîn. Nivîskarê berhemê, Fariqî, di serdema Artûqiyan de di rêvebiriya dewletê de cih girtiye û karê rêvebiriya weqfan meşandiye. Mijara vê xebatê dîrok, çand û şaristaniya kurdên Merwanî di Tarîxu Meyyafariqînê ya Îbnu’l-Ezreq de ye. Xebat, bingeha xwe ji tezeka lîsansa bilind digire ku ev tez di sala 2016an de li zanîngeha Mêrdîn Artukluyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de hatiye nivîsîn. Ev pirtûk ji destpêkekê û sê beşan pêk tê. Di destpêkê de armanca xebatê û sedema hilbijartina mijarê hatiye vegotin û der heqê mijar, çarçove, rêbaz û çavkaniyên xebatê de agahî hatine dayîn. Di beşa yekem de der heqê jiyana Îbnu’l-Ezreq el-Fariqî, bajar û welatên ku li wan geriyaye de agahî hatine dayîn. Di beşa duyem de behsa rêvebiriya kurdên Merwanî û serdema mîrên Merwaniyan hatiye kirin. Mijara beşa sêyem Çand û Şaristanî di Serdema Kurdên Merwanî de ye. Di vê beşê de taybetiya çand û şaristaniya kurdên Merwanî hatiye vegotin.
9786052246573

Data sheet

Yazar
Ahmet Seyari